Cîhan
Li bajarê Bartinê dronekî ketî dîtin
PeyamaKurd – Li bajarê Bartin a Tirkiyê ku dikeve ser peravên Derya Reş, li navça Amasrayê di plaja Çakrazê de di nav 5 rojên dawiyê de 2 drone hatin dîtin.
Ji bo lêkolînê li ser dronê bikin şandin bajarê Ankara. Li ser dronê muhîmmat nebûne lê taybetmendiya wê ew e ku dikare muhîmmatê jî hilgire.
Hat gotin ku dibe drone ya Rûsya be û ji bo sîstemên hewayî li hev şaş bike tê bikaranîn.
Drone, seet li dora 16.00an de hatiye dîtin û cendirme di plajê de tedbîran zêde kirin. Drona hat dîtin weka ya 5 roj berê ku li navça Kurucaşile di plaja Kapısuyu de dîtibûn, eyniye.