Li bajarê Hatayê ji ber lehiyê 3 kes mirin
PeyamaKurd – Li bajarê Hatayê ji ber barîna barana zêde 2 kesên ketibûn ber pêlên lehiyê cenazê yekî ji wan hat dîtin. Bi vî re jimara miriyên lehiyê giha 3 kesan.
Baran di şevê de zêde bariya û di rêya Defne-Samandağı de hilweşandin çêbû. Otomobîla ku Nedim Habeşoğlu dajot, ji desthilaytê derket û ket nav newalê.
Dema tîmên tenduristiyê û polîsan bi îtfaiyê re çûn ciyê qezayê, ajotvan Habeşoğlu yê di erebê de asê mabû ji erebê derxistin lê can dabû.
Li navenda Hatayê li taxa Hacı Ömer Alpagot xaniyê ku hilweşiya û ket nava rê, bû sedema mirina xortekî 15 salî. Navê xort nehat ragihandin.
Li peravên navça Samandağiyê jî hinek erebe bi pêlên lehiyê çûn heya peravên Çevlikê.
Parêzgehê ragihand ku ji do de heya niha 2 kes wenda ne. Ji wendayan cesedê Ş.K. (62) li taxa Tekebaşiyê cenzê wî diyar bûye û lêgerîna li kesê din yê wendayî dewam dike.