Cîhan
Li bajarê Samsunê İHAyekî ket nav kolanê
PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Samsunê li navça İlkadımê li taxa Kazım Karabekirê, balafirekî bêmirov (İHA) ket nav kolanê û xelkê xisti nav tirsê. Di encama ketina İHA de, di banê du avahiyan de xesar çêbû û camên avahiyan şikestin.
Kes nizane İHA ya kiye û bi çi armancê hatiye bikaranîn. Rûdan di wexta sibê de, seet di 06.30an de qewimiye
Piştî İHA ket û dengê teqînê çî xelkê, telefonê dan 112an û tîmên îtfaiye, tenduristiyê û polîs çûn ciyê rûdanê.