TR KU SO
FB X
Cîhan

Li ber Konsulxaneya Amerîka gule hatin reşandin

Admin H
Nivîskar
📅 27 tîrmeh 2026 19:07

PeyamaKurd - Li bajarê Torontoyê yê Kanadayê, li pêşiya Konsolosxaneya DYAyê êrîşeke bi çekan pêk hat.

Piştî bûyerê gelek tîmên polîsan sewqî herêmê bûn û cihê bûyerê hate dorpêçandin.

Polîsan eşkere kir ku li pêşiya avahiya li University Avenue bermahî û delîlên guleyan hatine dîtin û wesayîteke spî ji cihê bûyerê reviyaye.

Di vê bûyerê de tu kuştî an birîndar nînin û hat gotin ku heman konsulosxane beriya niha di 10ê Adarê de jî bûye armanca guleyan.

Parve bike: