TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Bexdayê agir bi nexwesxaneyeke din ket

Admin H
Nivîskar
📅 29 nîsan 2021 21:47

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî şewata nexweşxaneya Îbnî Xetîb a paytexta Iraqê Bexdayê ku 84 kesan can dabû û 110 kes jî birîndar bûbûn, agir bi nexweşxaneyeke din a li Bexdayê ketiye.

Berpirsê tîa îtfaîya Bexdayê ragihandiye ku şeva borî agir bi nexweşxaneya Kazimiye ya li bakurê Bexdayê ketiye.

Di daxuyaniya nivîskî de hatiye diyarkirin ku şewat di tewê diduyan ê nexweşxanê de çêbûye û sedema wê jî şorta elektrîkê bûye.

Hat gotin ku bêyî ti ziyaneke canî û birîndar çêbin şewata nexweşxanê hatiye kontrolkirin.

Parve bike: