Li Bexdayê êrîsa dronî çêbû: 3 kes mirin
PeyamaKurd – Li payîtexta Iraqê li Bexdayê êrîşekî bi IHAyê çêbû, di encamê de 3 kes mirin. Hat ragihandin ku di nav miriyan de rêvevbirekî Haşdî Şabî heye. Peyamnêrê Rûdawê Helkewt Azîz ragihandiye ku:
“Li Bexdayê dengê 3 teqînan hat. Piştî em çûn ciyê bûyerê, me ji rêvebiran agahî sitend ku di erebê de 3 kes hebûne û êrîşa IHAyê hatiye kirin.”
Êrîş, li Bexdayê li taxa Meştelê çêbûye û gelek hêzên asayîşê, ambûlans û tîmên îtfaiyê çûne ciyê bûyerê. Ereba ku lê xistine di nav de, rêvebirên Ketayib Hizbullah û Heşdi Şabi hebûne.
Hesabekî ku ya Heşdî Şabiye ya Telegramê agahî belavkiriye û gotiye ku rêvebirê bi navê Ebû Qasim Sayidi hatiye kuştin. Hemwelatiyekî gotiye:
“Fuze li erebê ketin. Nizanim ya kî bû lê bi dronê lê xistin.”
Li ser bûyerê xelkê ku li ciyê bûyerê dicive sûc dixin terefê Amerîkayê û sloganan diqêrin. Di mijarê de rêvebirên Pentagonê gotine ku ji bûyerên teqînê haya wan heye. Lê ji îfadên Pentagonê çi wate dertê nayê zanîn.