Cîhan
Li Bexdayê hefteyek e aqûbeta 4 endamên rêxistina S.O.S nediyar e
PeyamaKurd - Rêxistina S.O.S Krîtan Doryan a Fransî a alîkariyê ragihand ku 3 jê Frensî, 4 endamên wan ji roja Duşema borî ve li Bexdayê winda bûne.
Rêveberê giştî yê rêxistinê Benjamin Blanşard da xuyakirin ku ev kes li hawirdaora balyozxaneya Fransî ya li Bexdayê winda bûne.
Blanşard got ku ti fidye nehatiye xwestin û ti aliyekî berpirsyariya revandina wan negirtiye ser xwe.
Rêxistina S.O.S Krîtan Doryan rêxistineke Katolîkî ya Fransî ye, ji sala 2014an li Iraqê dixebite.