TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Brukselê civîna endamtiya Îsweçê dewam dikir, PKK jî li Îsweçê xwepêsandan dikir

Admin M
Nivîskar
📅 21 hezîran 2022 04:02

PeyamaKurd –Tam di wexta ku li Brukselê civîna endamtiya Îsweç û Fînlandiyayê ji bo NATO yê di bin serokatiya sekereterê giştî yê NATO yê Stoltenberg de dewam dikir, li bajarê Îsweçê li Goteborgê PKK xwepêşandan dikir. Di destê wan posterên serokê PKK ê Abdullah Öcalan û alên PKK ê hebûn.

Çend roj berê jî bi rêya projeksiyonê de wêneyê Öcalan û remzên PKK ê li Stokholmê di avahiya şaredariya Stokholmê de û di avahiya Avicii Arena de nîşan dabûn.

Ev tevgerên han hukumeta Îsweçê ber bi fikra ku PKK naxwaze Îsweç bibe endamê NATO yê ve dibe, an hinek hêz PKK ê li hemberê hukumeta Îsweçê dixe nav tevgerê.

Parve bike: