TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Çînê di barekê de agir derket: 18 kes mirin!

Admin V
Nivîskar
📅 24 nîsan 2018 14:43

PeyamaKurd- Li Başûrê Çînê li di barekê de agir derket. Di encamê de 18 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn.

Li gorî Ajansa Çînî ya bi navê Şinhua, li eyaleta Guangdongê li bajarê Yingdiyê di bareke karaokê de agir deketiye. Di demeke kin de tîmên ewlehî û alîkariyê derbasî herêmê bûne. Îtfaiyê di demeke kin de agir tefandiye. Lêbelê di encamê de 18 kes mirine û 5 kes jî birîndar bûne.

Hat ragihandin ku şubhe heye ku agir bi qestî hatibe derxistin.

Parve bike: