TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Danîmarkayê burqe û rapêç hat qedexekirin

📅 02 tebax 2018 00:56

PeyamaKurd - Li Danîmarkayê qedexeya di saha kamuyê de lixwekirina burqe û rêpêçê destpêkir.

Li gor qanûna "Qedexeya Teseturê" ya ku di 31ê gulanê da li parlamentoyê li hember 30yî  bi 75 dengan hat qebûlkirin, ew ê cezayê pereyan bidin kesên ku li Danîmarkayê di saha kamuyê da burqe û rûpêçê li xwe bikin.

Kesên ku qanûnê binpê bikin ew ê hezar kron (160$) ceza bidin. Kesên ku ji 4 caran zêdetir qanûnê binpê bikin jî di her binpêkirinê da ew ê 10 hezar kron (1600$) ceza bidin.

Li bendê ne ku li Kopenhaga paytext û Arhuşa bajarê herî mezin ê 2yan ber êvarê çalakiyên protestoyê yên li dijî qedexeyê werin lidarxistin.

- Karsazê Cezayirî ew ê cezayê hin kesan bide

Rachîd Nekkazê karsazê Cezayirî gotibû qedexeya rûpêçê îxlakirina mafên azadiya şexsan e û ji bo cezayên hatine birîn fon ava kiribû, li 6 welatan cezayê hezar û 500 kesî dabû.

Nekkaz diyar kir ku ew ê cezayên li Danîmarkayê hatin birîn jî bide.

Zanîngeha Kopenhagê di sala 2010an da lêkolîn kiribû, li gor lêkolînê li Danîmarkayê 150-200 jin rûyê xwe digrin, bi tenê 3 kes jî burqeyê li xwe dikin.

Serjimara Danîmarkayê 5,7 milyon e, tê texmînkirin ku rêjeya serjimara mislimanan jî kêmzêde ji sedî 7 e.

Parve bike: