Cîhan
Li Dêrezorê di navbera HSD û ISID ê de ser derket
PeyamaKurd – Li rojhilatê Dêrezorê li devera ku santrala avê ya El Zirr lê ye, di navbera HSD û IŞİD ê şer derket. Di şer de bi çekên giran lihev xistin û piştî HSD ê destekê ji hêzên xwe re şand, endamên IŞİD ê reviyan. Di encama şer de kuştin çênebû. Li herêma di bin kontrola HSD ê de di sala 2022an de 140 kes hatine kuştin ku 53 ji wan sîvîlin.
Li aliyê dinê li rojhilatê Dêrezorê li bajarê Sîwerê li gundê El Casimî, IŞİD ê gêncekî bi guleyan kuşt. Li gor ragihandina SOHR ê; sûcê wî ew bû ku li ser navê IŞİD ê zekatê daye hev.
HSD ê di mijarê de heya niha agahiyekî nedaye medyayê.