TR KU SO
FB X
Cîhan

Li dijî endamên îstîxbaratê êrîsek pêk hat: 3 kes mirin

📅 13 nîsan 2020 13:46

PeyamaKurd – Li bajarê Pakitya yê Afganîstanê ji aliyê kesên nenas ve li dijî endamên îstîxbaratê êrîşek pêk hat û di wê êrîşê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Waliyê Paktiyayê Abdullah Hasrat ji çapemeniyê re axivî û da zanîn ku ji aliyê kesên nenas ve li dijî wesayîteke îstîxbaratê êşeke çekdarî pêk hatiye û di wê êrîşê de endamekî îstîxbaratê û du sivîlan can daye.

Hasrat eşkere kir ku yek jê endamê îstîxbaratê û du sivîlan, bi giştî 3 kesan, can daye û derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Heya niha berpirsyariya êrîşê negirtiye ser xwe.

Parve bike: