TR KU SO
FB X
Cîhan

Li dijî ‘Qanûna Hemwelatîbûnê’ derketin û 40 kes hatin kustin

Admin M
Nivîskar
📅 29 sibat 2020 05:58

PeyamaKurd- Li Hindistanê bi sedema ku misilman di derveyê ‘Qanûna Hemwelatîbûnê’ de man, xwepêşandanan kirin û di encamê de 40 kes jiyana xwe ji dest dan. Koçberên ku ji Pakistan, Afxanistan û Bangladeşê hatine Hindistanê, rêya hemwelatîbûnê bo wan vekirin lê bo misilmanan rê venekirin da bibin hemwelatî. Li ser vê mijarê xwepêşandan li payîtexta Hindistanê li Delhiyê hatin kirin û xwepêşandêr dibêjin ku bo 6 olan rê hat vekirin lê tenê bo misilmanan rê venekirine.

Li gor çapemeniya Hindê; xwepêşandanên ku li bakûrê Hindistanê dihatin kirin kêm bûne. Di xwepêşandanê de fermandarekî emniyetê û wezîfedarekî îstîxbaratê hatine kuştin û di ser 300 kesan de birîndar hene. Birîndarên ku birine nexweşxaneyan %80 yê wan bi guleyan birîndar bûne.

Parve bike: