TR KU SO
FB X
Cîhan

Li dijî serokê Cezayîrê Buteflika xelk ket nava tevgerê

Admin M
Nivîskar
📅 30 adar 2019 22:41

PeyamaKurd- Cezayîriyên ku îstîfa serokê Cezayîrê Buteflika dixwazin, ketin kuçe û kolanan û meydanan tije kirin. Ev xwepêşandan heya niha ya herî mezine ku li gor çapemeniya dinyayê; li dora 1 mîlyon kes civiyaye.

Serokê Cezayîrê yê 82 salî Abdûlezîz Buteflika dev ji meqamê xwe di vî temenî de jî bernade. Lê zextên ser wî her diçe zêdetir dibin. Gengeşeya navbera her du aliyan her diçe zêde dibe û hêzên asayîşê li hemberê xwepêşandêran ava bi şid, xaza îsotê û fişekên plastîk bikaranîn.

Ev cara yekeme ku telvîzyonên Cezayîrê weşanê bi serbestî dikin û dewlet qedexe nedanî ser weşanan.

Parve bike: