Li dinyayê koronavîrus gihaye 1,735,719 kesan
PeyamaKurd- Li seranserê dinyayê jimara koronavîrus a ku gihaye xelkê jimara wan çû 1 mîlyon û 735 hezar û 719 kesan. Jimara miriyan ji ber koronayê giha 106 hezar û 558 kesan. Yên ku ji nexweşînê baş bûne 392 hezar û 901 kesin. Ev rêje ya malpera elektronîk ya “Worldometere” e ku temamê rêjeyan li seranserê dinyayê û welat bi welat yek bi yek dide. Li gor rêjeya malperê li hinek welatan rewşa dawî weha ye:
- Amerîka: Yên bi vûrusê ketine 508,126 kes. Yên ku îro bi vîrusê ketine 5,250 kes. Heya niha 19,827 kes mirine. Yên ku îro mirine 1,080 kes. Yên ku baş bûne 28,224 kes in.
- Îspanya: Yên bi vîrusê ketine 161,852 kes. Yên ku îro bi vîrusê ketine 3,579 kes. Heya niha 16,353 kes mirine. Yên ku îro mirine 272 kes. Yên ku heya niha baş bûne 59,109 kes.
- Îtalya: Yên ku heya niha bi vîrusê ketine 152,271 kes. Yên îro bi vîrusê ketine 4,694 kes. Miriyên heya niha 19,468 kes. Miriyên îro 619 kes. Yên ku baş bûne 32,534 kes.
-Îran: Yên heya niha bi vîrusê ketine 70,029 kes. Yên îro bi vîrusê ketine 1,837 kes. Heya niha 4,357 kes mirine. Miriyên îro 125 kes. Yên ku baş bûne 41,947 kes.
Ev rêje heya 4 ê piştî nîvro an ku yên heya siet 16.00 a ye. Rêjeya herî dawî nehatiye ragihandin.