Cîhan
Li Edanê teqînek çêbû: Hejmarek polîs birîndar bûn
PeyamaKurd – Li navçeya navendî ya Yuregir a Edanê di heyama derbasbûna otobûseke polîsan de teqînek pêk hat û li gor zanyariyên destpêkê hejmareke polîs birîndar bûn.
Parêzgarê Edenê Mahmut Demirtaş derbarê bûyerê de ragihand ku bi teqemeniyeke êriş li otobûsa polîsan hatiye kirin û di encamê de hejmareke polîs birîndar bûne.
Mahmut Demirtaş da zanîn ku piştî teqîne hêzên ewlekariyê û tîmên bijîşkî bo cihê bûyerê hatine şandin. Bi gotina Demirtaş li gor agahiyên destpêkê rewşa birîndaran giran nîne.