Li Enbarê êrîşeke giran li ser Heşda Şeibî: 30 mirî û bi dehan birîndar
PeyamaKurd - Îro serê sibehê (12ê Adara 2026an), li parêzgeha Enbarê ya Iraqê êrîşeke asmanî ya dijwar li ser baregeha Hêzên Heşda Şeibî pêk hat. Di encama êrîşê de herî kêm 30 çekdar hatin kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûn.
Lîwaya 19emîn bû hedef
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî û Kurdistan24 (K24) hatine wergirtin, êrîşê baregeha Lîwaya 19emîn a Heşda Şeibî ya li herêma Akaşatê hedef girt. Ev herêma ku dikeve nêzîkî sînorê Iraq û Sûriyeyê, wekî xaleke stratejîk a komên çekdar tê naskirin. Hat ragihandin ku rewşa hin birîndaran giran e û dibe ku hejmara miriyan zêdetir bibe.
Lîwaya 19emîn a Heşda Şeibî, ku bi navê "Ensarullah el-Ewfiya" tê nasîn, wekî yekîneyeke nêzîkî Îranê tê dîtin. Ev kom ji sala 2024an ve ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ve di lîsteya "rêxistinên terorê" de ye. Lîwa bi giranî li derdora navçeya Qaim û li ser sînorê Sûriyeyê hatiye belavkirin û berê jî gelek caran ji aliyê hêzên Amerîkî ve hatibû hedefgirtin.
Tê nirxandin ku ev êrîşa asmanî bersiveke DYAyê ye li dijî êrîşên bi dron û mûşekan ên ku van demên dawî baregehên Amerîkî li Iraq û herêmê dikin hedef. Rageşiya di navbera Washington û komên ser bi Îranê ve, piştî operasyona 28ê Sibatê ya li dijî Îranê gihîştiye asta herî bilind.
Ev êrîş di demekê de pêk tê ku herêm di nav agirê şerê navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de ye. Piştî êrîşên 28ê Sibatê, Îran û komên girêdayî wê êrîşên xwe yên li ser baregehên Amerîkî zêde kirine û Herêma Kurdistanê û Iraq jî bûne qada van pevçûnan.