Cîhan
Li Erebistana Siûdî helîkoptera leşkerî ket: 2 efser mirin
PeyamaKurd - Hevpeymaniya Erebî ya bi serkêşiya Erebistana Siûdî ragihand ku helîkoptereke keşfê ya bi tîpa AH-6i ku ser bi Wezareta Muxafizên Neteweyî ye, li herêma Necranê ya Erebistana Siûdî kete xwar.
Li gorî zanyariyên fermî, sedema ketina helîkopterê astengî û pirsgirêkeke teknîkî bûye.
Berdevkê Hevpeymaniya Erebî Tumgeneral Turkî el-Malikî di derbarê vê bûyerê de daxuyanî da û piştrast kir ku di encama ketina helîkopterê de 2 efserên leşkerî yên di nav de jiyana xwe ji dest dane.