Li Fransayê sandoq vebûn: Çepgir li pês in
PeyamaKurd - Li gorî encamên destpêkê yên Fransayê, hevpeymaniya çep yekemîn e. Hevpeymaniya Macron bûye duyemîn û rastgira tund a ku di tûra yekem de bi ser ketibû, dakete rêza sêyemîn.
Hilbijêrên Frensî, ji bo parlamenterên ku wê 5 salan di Parlamena Neteweyî de nûnertiyê wan bikin, careke din çûn ser sindoqan.
Li parzemîna Fransayê dengdana hilbijartinan, li gorî dema herêmî di demjimêr 08:00an de dest pê kir û tevlîbûna tûra duyemîn a hilbijartinên ku di demjimêr 20:00î de li bajarên mezin ên wekî Parîs û Marsîlyayê bi dawî bûn, zêde bû.
Dengdan li gorî dema herêmî li parzemîna Fransayê di demjimêr 08.00an dest pê dike û di 18.00an de bi dawî dibe, lê belê li bajarên mezin ên wek Parîs û Marsîlyayê di 20.00an de bi dawî bû.
Li welatê ku gelheya wê nêzîkî 68 milyon û 400 hezar e 49,5 milyon hilbijêr hene. Hilbijêr di tûra duyemîn de ji bo diyarkirina 501 parlamenterên ku wê 5 salan di Parlamena Neteweyî de nûnertiya wan bikin, çûn ser sindoqan. Di tûra yekem de 76 parlementerên ku wê li parlamenê wezîfedar bibin hatin hilbijartin.
Li gorî encamên sandoqan, di tûra yekem de, Partiya Mîtînga Neteweyî (RN) ya rastgira tund a Marine Le Pen û Jordan Bardella bi rêjeya ji sedî 34, bû partiya yekemîn. Koalîsyona Eniya Gel a Nû (NFP) ku ji aliyê partiyên çep ve ji bo pêşîgirtina li xurtbûna rastgirên tund hat avakirin, bi qasî ji sedî 29ê dengan girt û bû duyemîn. Ensemble Alliancea Serokkomar Emmanuel Macron jî ji sedî 20,5ê dengan stand.