TR KU SO
FB X
Cîhan

Li G7ê biryara Lubnanê û bêçekkirina Hizbullahê

Admin H
Nivîskar
📅 17 hezîran 2026 17:06

PeyamaKurd - Serokên welatên G7 di daxuyaniya xwe ya hevbeş de piştgiriya xwe ya ji bo parastina serwerî, serxwebûn û yekparçetiya xaka Lubnanê ragihandin.

Serokan destnîşan kir ku ew piştgiriya hewldanên serkirdayetiya Lubnanê yên ji bo bêçekkirina Hizbullahê dikin ku ev yek dê bi rêya avakirina agirbesteke bilez, rêkûpêk û mayînde bê îmzekirin.

Herwiha wan tekez kir ku ji bo dabînkirina vê armancê divê garantiyên navdewletî yên ewlehiyê bên mîsogergerkirin daku rê li ber her cûre alozî û pevçûnên leşkerî bê girtin.

Di daxuyaniyê de serokan bal kişand ser rewşa dijwar a herêmê û diyar kir, ew ê ji bo alîkariyên mirovî û pêngavên avakirina herêma Şerîda Xezeyê lezê bidin karê xwe û bang li aliyan kirin ku yekser dawî li tundiya li herêmê rû dide bînin.

Herwiha serokan piştgiriya xwe ya tam ji bo peymana Trump û Îranê nîşan dan ku ewlehiya Hurmizê misoger dike.

Parve bike: