TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Gebzê êrîşê xwaringehê kirin û xwediyê xwaringehê kuştin

Admin M
Nivîskar
📅 26 cotmeh 2026 19:35

PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Kocaeliyê li navça Gebze li taxa Beylikbağıyê li ser kolana Ankara êrîşa çekdarî birin ser xwaringeha ku lahmacûn û kebaban çêdike û di encamê de xwediyê xwaringehê Dinçer Kılıççeken (53) kuştin.

Li ser rûdanê; tîmên polîs û tenduristiyê çûn ciyê rûdanê. Li ciyê rûdanê mudaxeleya tenduristiyê bi xwediyê xwaringehê kirin û wî birin nexweşxana dewletê ya Fatihê ya navça Gebzeyê. Lê Kılıççeken li nexweşxanê can da.

Di 15ê Çile ya borî de jî, êrîşa çekdarî kiribûn ser heman xwaringehê û 2 hevalên xwediyê kargehê birîndar kiribûn.

Parve bike: