TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Haîtiyê di lehî û erdhezan de 42 kes mirin

Admin M
Nivîskar
📅 06 hezîran 2023 03:42

PeyamaKurd – Li welatê Haîtiyê bi sedema barana zêde hem lehî rabû û hem li gelek ciyan hez li erdê ket. Di encama rabûna lehiyê û erdhezan de 42 kes mirin. Di bobelatan de 13.600 xanî xesarê dîtin. Serokwezîrê Haîtiyê Ariel Henry ragihand ku ji ber kesên ji lehiyê bandorê dîne, bi dezgeyên cîh û navdewletî re bi hev re dixebitin.

Di bobelatê de ji bilî 42 kes mirine, 11 kes wendayîne û 85 kes birîndar bûne.

Di sala 2016an de jî li Haîtiyê ji ber firtûna Matthewê ji 800an zêdetir kes jiyana xwe ji dest dabûn.

Parve bike: