TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Afganistanê lehî û firtûne bû sedema mirina 35 kesan

Admin M
Nivîskar
📅 15 tîrmeh 2024 23:56

PeyamaKurd - Li Afganistanê li eyaleta Nangerharê lehî û firtûne bû sedema mirina 35 kesan û 230 kes jî birîndar bûn. Li ser bûyerê, rêvebirê agahiyan û çandê yê parêzgeha Nangerharê Karişi Badlun daxwuyanî da.

Badlun, ragihand ku bi sedema barana zêde, lehî rabû û firtûne çêbû. Di encamê de herî kêm 35 kes mirin û 230 kes birîndar bûn. Birîndaran birine nexweşxanan û dibe jimara miriyan zêdetir bibe.

Li gor dîmen û videoyên li ser medya civakî, di baran û rabûna lehiyê de gelek dar qelibîne, kolan û xanî tije ava lehiyê bûne. Li ser bûyerê, berdevkê hukumeta demkî ya Afganistanê Zabihullah Mucahid, di ser hesabê xwe yê medya civakî de sersaxiyê da malbatên candayiyan.

Parve bike: