Li Hewlêrê lehî rabû: Serokwezîr Barzanî û Omêd Xoşnaw li ser xetê ne
PeyamaKurd - Ji ber barîna barana gur a ku şevê din bû sedema lehiyê li çend taxên Hewlêrê û derdora wê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi rêya peywendiyeke telefonî ligel Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw rewşa lehiyê şopand.
Di daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat diyarkirin ku êvara Şemîyê 7ê Mijdara 2026ê, ji ber bilindbûna asta avê li hin taxan û ketina wê nava malên welatiyan re rewşeke neasayî derket holê.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya tîmên xizmetkar û Hawarçûnê kir ku di hawara welatiyan de çûne û parêzgar raspart ku hemû rêkarên pêdivî ji bo parastina ewlehiya can û malên welatiyan demildest bi cih bînin.
Ev pêla baranê ya giran ku li tevahiya herêmê bandor kiriye, hiştiye ku dezgehên fermî bikevin nava amadebaşiyê da ku li hemberî her bûyereke nexwastî tedbîran bigirin.