TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Hindistanê otobusek qelibî: 44 kes mirin!

Admin V
Nivîskar
📅 01 tîrmeh 2018 17:29

PeyamaKurd- Li Hindistanê qezayeke trafîkê çêbû. Li gorî agahiyên pêşî 44 kes mirine.

Li Bakurê Hindistanê li wilayeta Uttarakhandê di rêyeke li serê çiyayan de qezayeke trafîkê çêbû. Otobûsa tijî rêwî ji rê derket û di kaşekî bilind de hate xwarê. Di encama qezayê de 44 kes mirin û gelek rêwî jî birîndar bûn.

Erkdarê herêmî Trivendra Rawa di derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û got ku ajovan qontrola otobusê winda kiriye û ji rê derketiye. Piştr jî otobus ji kaşê bilind ketiye xwarê.

Rawa got ku otobusê ji qeweta xwe zêdetir rêwî hilgirtibûn û niha xebatên lêgerîn û xilaskirinê didomin.

Parve bike: