Cîhan
Li Hindistanê agir bi navenda perwerdê ket: 14 kes mirin
PeyamaKurd – Li welatê Hindistanê li eyaleta Uttar Pradeşê li bajarê Lucknowê di navendekî perwerda anîmasyonê de şewat derket û herî kêm 14 kes mirin.
Alava agir zû belav bû û piraniya kesên mirine xwendekarin. Di navenda 3 tebeqe de îtfaiye, polîs û tîmên rizgarkirinê dixebitin da agir vemirînin lê dibe jimara miriyan zêdetir bibe.
Cîgirê serokwezîrê eyaleta Uttar Pradeşê Brajesh Pathak li ser mijarê got:
“Rûdanekî mezine û ciyê xemgîniyê ye. Li navendê perwerda anîmasyonê dikirin.”
Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi jî xemgîniya xwe li ser rûdanê ragihand û ji bo malbatên candayiyan sersaxiyê xwest.