TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Îranê 11 kes di nav agir de sewitîn

Admin M
Nivîskar
📅 03 nîsan 2018 21:57

Li bajarê Ahwaz ya ser bi eyaleta Hûzîstan a Îranê de, di çayxaneyekê de şewat derket û di encamê de 11 kes mirin,13 kes jî birîndar bûn û birîndaran bo tedawiyê birin nexweşxaneyên nêz.

Ber destê sibê agir bi çayxanê dikeve û 6 kes ji aliyê tîmên agirkujiyê ve ji şewatê tên rizgarkirin. Li gor ragihandina cîgirê rêvebirê asayîşa Hûzîstanê Elî Qasimpûr, di bûyerê de şik heye û kesek hatiye binçavkirin. Qasimpûr weha got:

"Di wextekî ji 4 sietan kêmtir kesê gumanbar hat girtin. Polîs niha li ser bûyerê bi temamî lêkolînan dike û dixwaze bizanibe bê sedema agir çiye.”

Parve bike: