Cîhan
"Îranê pêşniyara agirbestê ya DYAyê red kir"
PeyamaKurd - Hatiye îdiakirin ku Îranê pêşniyara agirbestê ya ku Amerîkayê bi rêya Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî şandibû red kiriye.
Di demekê de ku rageşiya leşkerî di navbera Amerîka û Îranê de berdewam dike, rojnameya The New York Times (NYT) ya li Amerîkayê îdiayek girîng derxist holê.
Li gorî rapora NYTê, ku li ser bingeha rayedarên Îranî û Iraqî ye, Zeydî di serdana xwe ya dawî ya Îranê de pêşniyara agirbestê ya ku Amerîkayê amade kiribû pêşkêşî rêveberiya Tehranê kiriye.
Rayedarên Îranî dibêjin ku ew pêşniyar red kirine û tekez kirine ku ew bi "peymanek demkî" re eleqedar nînin ku rewşa dawî ya Tengava Hurmuzê çareser neke. Hûrguliyên pêşniyarê hîn nayên zanîn.