Cîhan
Li Îranê 138 kes bi hinceta sîxurtiyê hatin girtin
PeyamaKurd - Rejîma Îranê bi hincet û tawanbarkirina wan bi sîxurtiya Amerîka û Îsraîlê, 138 hemwelatiyên Îranê desteser kirin.
Hate ragihandin ku pêla girtin û binçavkirinan piştî şerê ligel Îsraîl-Amerîkayê bi hemû tundiya xwe berdewam dike.
Wezareta Îtlaatê ya Îranê ragihandiye ku bi hinceta tawanbarkirina sîxurtiya Îsraîl û Amerîkayê 97 welatî hatine girtin.
Herwiha Polîsê Eyaleta Elburz a Îranê jî ragihandiye ku 41 kes bi heman hincetan hatine girtin.
Medya fermî ya Îranê daye xuyakirin ku li başûrê rojavayê Iraqê jî 5 şaneyên leşkerî hatine bêbandorkirin.