Cîhan
Li Îranê 3 Sunnî hatin îdamkirin
PeyamaKurd – Rêxistina Mafên Mirovan ya bi navê Herena ragihand ku çend roj berê bi sedema endamên rêxistina Sunnî ne, Îranê 3 kesan îdam kiriye. Li gor ragihandina Herenayê; Hamid Rast Bala, Saadet Cehanî û Muhammed Alî Arayîş bi sedema endamên rêxistina selefî ya Îslamî ya bi navê Partiya El Fûrqan’in hatine îdam kirin.
Her sê kesên navborî yên Sunnî ji aliyê îstîxbarata Îranê ya Îtlaatê de di sala 2018an de hatibûn binçavkirin û di encama darizandinê de bi îdamê hatibûn cezakirin
Di heman dosyayê de 5 kesên din jî bi îdamê hatine cezakirin ku navên wan Ferhad Şakrî, Îsa Eyîd Muhammedî, Tacî Muhammed Xurmalî, Hakim Ezîm û Gurgic Abdulrahmen Gurgîc e û dê cezayê wan kengê bê bicîhkirin nayê zanîn.