Cîhan
Li Îranê 85 kes ji ber eraqa sexte mirin
PeyamaKurd - Li dewleta Îranê ku firotin û vexwarina alkolê qedexe ye di nava 2 mehan de 85 kes ji ber eraqa sexte mirin.
Li 8 eyaletên wek Tehran, Elborz, Qezwîn, Xoresana Bakur, Xurmuzgan, Merkezî, Kehgîlûye-Bûyer Ehmed û Farsê 974 kes ji ber alkola sexte jehrî bûn û 85 ji wan mirin.
Serokê Dadiresiya Îranê Pîr Huseyn Qulîvend, ragihand ku ji van sedî 91 mêr û sedî 9 jin in. Herwiha got di nava van du mehan de kesên çûn nexweşxaneyê hatin dermankirin lê gelek ji wan bi nexweşiyên giran ketin.