Di êrîşa DYA ya Sinê de 100 kesên asayîşa Îranê mirin
PeyamaKurd – Di êrîşa balafirên Amerîkayê û Îsraîlê de ya ser bajarê Rojhilata Kurdistanê Sinê (Senendaj) ku li dezge û baregehên hukumeta Îranê xistin an bombebaran kirin, ji 100an zêdetir hêzên asayiş û îstîxbarata Îrane hatin kuştin.
Kesên di navendên binçavkirinê yên Kurdistanê de dihatin girtin, wan neqlî navendên binçavkirinê yên bajarê Hemdanê kirin.
Li gor agahiyên gihane Hengawê; piraniya navendên binçavkirinên Rojhilata Kurdistanê di bombebaranên balafirên DYA û Îsraîlê de zerarê dîne, di nav wan de dezgeyên binçavkirinê yên bajarê Senendajê bi taybetî ya îstîxbarata Îranê zerarê diye. Di encamê de hemû binçavkiriyan neqlî bajarê Hemedanê kirine.
Hengawê ragihand ku di wexta neqla binçavkiriyan de, ti agahî nedane malbatên wan. Hatiye gotin ku di êrîşan de, hinek kesên binçavkirî jî birîndar bûne û wan birine nexweşxana Kewserê ya li bajarê Senendajê.
Îran heya niha di derbarê kuştina hêzên asayîşê û îstîxbaratê de ti agahiyan nedaye û rûdanê vedişêre.