Cîhan
Li Îranê balafir ket: 15 kesan can da...
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku îro 14ê Çile beyaniyê li Meşkîndeşta paytexta Îran Tehranê, balafireke kargoyê ya Kirgizistanê ket. Li gor zanyariyên dawî, hejmara kesên can dane gihîştiye 15 kesan.
Hat ragihandin ku balafira cureya Boeing 707 ku ji paytexta Kirgizistan bajarê Bîşkekê rabûbû, li Balafirxaneya Fetîh a Kereca Meşkîndeştê ketiye.
Li gor nûçeya IRNAyê her deh kesên di balafirê de, dema bûyer qewimî ye can dane û xaniyek jî ji ber ketina balafirê şewitîye.
Berpirsê Heyva Sor a Eyaleta Elburzê Nasir Çarksaz li ser qezaya balafirê ragihand, di bûyerê de xaniyek şewitî ye û deh kesên di balafirê de jî dema bûyerê can dane.
Hat ragihandin ku balafir ya Kirgizistanê bûye û ji ber erîzeyeke teknîkî ketiye.