Cîhan
Li Îranê balafira ser a SU-22 ket
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku balafireke şer a Îranê piştî ku li Eyaleta Fars ji Baregeha Şîrazê rabûye ketiye xwar.
Li gorî ragihandina televizyona Îranê, Hêzên Asmanî yên Sûpaya Pasdarên Îranê derbarê bûyerê de daxuyanî daye û diyar kiriye ku balafire cûreya SU-22 a şer ji ber arîzeyeke teknîkî ketiye.
Herwiha hatiye gotin, balafir piştî rabûnê bi demekê ketiye û pîlotan xwe bi sîstema pekandinê rizgar kiriye.
Li gorî zanyariyên medyayî balafir li cihekî niştecihbûnê ketiye xwar, lê derbarê ziyanan de agahîyên zelal nehatine belavkirin.