TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Îranê çalakiyên protestoyî berdewam in

📅 22 nîsan 2018 01:37

PeyamaKurd - Xwepêşandenên nerazîbûnê li Îranê berdewam in û bi dirêjiya heftiya derbasbûyî, nêzîkî 71 xwepêşandan li bajar û bajarokên cuda yên Îranê derketin.

Li gorî raportan, piraniya xwepêşandanan bi sedema bêkariyê, hejariyê û binpêkirinên mafên mirovan û gendeliyê bûne. Malpera "Rêxistina Mucahîdên Xelk" ku opozisyona Îranê ye, belav kiriye ku welatiyên Îranê di rewşeke mirovî dijwar de dijîn û di hefteya derbasbûyî de, rojane 10 xwepêşandan li bajar û bajarokên cuda yên Îranê derketin.

Ji bilî têkçûna rewşê, cudahî di nav pêkhateyan de tê kirin û ji bilî Farisan, gelên din tên çewisandin.

Li gorî heman jêderî, xwepêşandanan hemû tex û çînên Îranê ji, karkir, kesên malnişîn, xwendevan, mamoste û cotkar lixwe girtin û li Taranê û Kerec û derdora wan xwepêşandan û nerazîbûn derketin.

Li bajarên Azerbaycan, Mazinderan, Damxan, Bender Ebas, Meşhed, Reşt, Kirman û Paris Abad, karkiran xwepêşandan kirin û hêzên emnî bi darê zorê ew jihev belav kirin.

Li parêzgeha Xuzistanê (Ehwaz)ê jî li başûrê Îranê, ku piraniya xelkê wê deverê Ereb in, xwepêşandan derketin.

Parve bike: