TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Îranê nexwesxane sewitî: 9 kes mirin

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 18 hezîran 2024 16:45

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li Îranê, agir bi Nexweşxaneya Qayîmê ya li bajarê Reştê yê parêzgeha Gîlanê ketiye.

Rayedarên tenduristiyê yên Îranê ragihandin ku di encama agirpêketina nexweşxaneyê de 9 kesan canê xwe ji dest dane.

Serokê Zanîngeha Zanistên Bijîşkî Dr. Mihemed Teqî Aşûbî da zanîn ku kapasiteya nexweşxaneyê têra ku 250 nexweşî vehewîne ye, lê belê dema şewatê 142 nexweş hatibûn razandin.  

Li gorî agahiyên ku Dr. Aşûbî dane, nexweşxaneya ku şewitiye, nexweşxaneyeke taybet e û dema şewatê, 33 nexweş li beşa nexweşiyên giran tedawî dibûn.

Li aliyê din, hat ragihandin ku tîmên tenduristiyê hemû nexweş veguhestine nexweşxaneyên din ên li bajêr û agir hatiye vemirandin.

Parve bike: