Li Îranê xwepêsandan hatin kirin
PeyamaKurd- Li Îranê li eyaleta Hûzîstanê li bajarê Behbehanê bo rawestandina îdaman xwepêşandan hatin kirin û ew xwepêşandan bûn xwepêşandanên li dijî rejîma Îranê. Xwepêşandanên sala 2019 an yên meha 11 an ku zêdekirina bihayê benzînê hatibûn protestokirin, di wan bûyeran de dadgehê biryara îdama 3 kesan dabû. Li ser birayar îdamê meydana bajêr ji xelkê tije bû.
Di xwepêşandanê de Ayetullah Hamaney hat protestokirin. Xwepêşandan dê li gelek bajaran bihata kirin. Bajarên weka Tehranê û yên din. Li wan bajaran tedbîrên ewlehiyê bi tundî hatin sitendin û hêzên asayîşê nehiştin tevbigerin.
Her weha li eyaleta Azerbeycanê bo desteka Azerbeycana Bakûr ku bi Ermenistanê re niha şer dike, xwestin li Tebrîz û Urmiyê xwepêşandan bikin lê polîs îznê neda wan. Xwepêşandêrên ku li ber sefaretxaneya Ermenistanê ya li Tehranê çalakiyan deynin, ji aliyê polîs û pasdaran de hatin belavkirin.