Cîhan
Li Iraqê 12 hezar û 708 mehkûm tehliye bûn
PeyamaKurd – Wezareta dadê ya Iraqê di çarçova efûya giştî de behsa rêjeyên tehliyan yên ji zîndanên Iraqê kir. Li gor daxwuyaniya wezaretê; piştî dest bi fermiyeta tehliyan kirine heya niha 12,708 mehkûman ji zîndanan berdane û gihane malbatên xwe.
Serokê beşa medyayê ya wezaretê Murad Sadi ji bo Rûdawê ragihandiye ku temamê tehliyan li gor biryara dadgehan meşiyaye û got:
“Wezareta dadê temamê derfetên xwe seferber kiriye ku biryarên dadgehên Iraqê dane wan biryaran bicîh bîne. Gelek beşên wezaretê hatine avakirin ku biryaran bilez bicîh bînin da kes mexdûr nebe.”