TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Iraqê 21 kes hatin îdamkirin

Admin M
Nivîskar
📅 17 mijdar 2020 03:54

PeyamaKurd – Li Iraqê bi sedema tewana terorê û kuştinan, 21 kes hatin îdamkirin ku di nava wan de kesên bi DEAŞ ê re têkildarin hene. Ragihandina îdaman ji aliyê wezareta karên hundir ya Iraqê de hat kirin.

Di nava kesên ku li zîndana bajarê Nasiriye de bûn û hatin îdamkirin de, hene ku li bajarê Telaferê, di du êrîşên xwekuştinî de cîh sitendibûn an têkildar bûn û bûbûn sedema kuştina bi dehan kesan ku can dabûn. Lê di babeta nasnameya kesên îdamkirî de ti agahî nehat dayîn.

Parve bike: