Li Iraqê 23 endamên Ketaib Hizbullah hat girtin
PeyamaKurd – Hêzeke taybet a Dije Terora Iraqê do di derengiya şeve de girtin ser baregehek komek ku ji aliye Îranê ve tê destekkirin. Dest dan ser moşekên wan û gelek endam û sê fermandarê wan jî girtin.
Li gor ajansa Reutersê, du peywirdarê Hikûmeta Iraqê da zanîn ku, ev kom ji aliye Îranê tê destekkirin û kom a êrîşkariya bingehên leşkerên Amerîkî dike û moşekan diavêje ser avakirinên Iraqê Ketaib Hizbullah e.
Ketaib Hizbullah komeke girêdayî Haşdi Şeibi ye.
Li gor rayedarekî hikûmetê, 23 kes hatine desteserkirin.
Li kolanên Bexdayê alozîyeka mezin heye û komên ser bi Heşda Şeibî bi teqekirin û manorên otombêlan li kolanan diğerin.
Ji ber vê sedemê, metirsîya şer çêbûye, serok wezîrên Îraqê daxwaza lêburînê ji girûpa Heşda Şeibî kirîye û endamên wan azad kirine.
Piştî vê bûyerê 300 çekdarên Hizbûllah bi fermana Ebû Fedek ê serkirdeyê Hizbûllah, bi şofelan berbestên Devera Kesik rakirin û êrîşî baregeha Dezgeha Hewalgirîya Îraqê û çend pasewanên wê giritin. Herweha girtin ser mala Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî lê serokwezîr 15 roj in ew mal vala kiriye. Dû re Nûrî Malîkî ket navberê û li gel Hadî Amirî û Falih Feyaz civîya û bi telefonê li gel Kazimî axivî. Herdû alî biryar dan girtî bên azadkirin û alozî bi dawî bên.
Ketaib Hizbullah di Cotmeha 2003an de li Iraqê hatiye damezrandin û weke hêzeke ser bi Îranê ve tê naskirin. Ehmed Hemîdawî serkirdeyê wê grûpê ye.