TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Iraqê operasyona mezin gendeliyê: Lîsteya 129 kesan

Admin H
Nivîskar
📅 28 hezîran 2026 11:37

PeyamaKurd - Hêzên asayîşê yên Iraqê, îro danê sibehê li Herêma Kesk a Bexdayê operasyoneke berfireh a dijî gendelkaran dane destpêkirin. Li gorî agahiyan heta niha 20 payebilindên Iraqê hatine binçavkirin ku lîstekeye 129 kesan ji bo girtinê hatiye amadekirin

Hate diyarkirin ku hikûmeta Elî Zeydî di şerê dijî gendeliyê de ji qonaxa dirûşman derbasî qonaxa kirdarî bûye.

Şera eşkere kir, lîsteyeke girtinê ya ji 129 kesan pêk tê hatiye amadekirin û di dema girtina hinek berpirsan de li Herêma Kesk pevçûn derketine.

Tê gotin ku berê hikûmetan tenê dirûşmên dijî gendeliyê bilind dikirin, lê hikûmeta Elî Zeydî niha bi kirdarî dest bi girtina berpirsên mezin kiriye.

Li gorî zanyariyan dema operasyonê de li hundirê Herêma Kesk, di navbera hêzên Dijeterorê û pasewanên hinek berpirsan de pevçûnên çekdarî derketine.

Şîrovekarên Iraqê dibêjin, girtina siyasetmedarên ku hêza wan heye ne karekî hêsan e, lewma pevçûn tiştekî dihat çaverêkirin bû.

Li gorî zanyariyên Şera, lîsteyeke girtinê hatiye amadekirin ku navên 129 kesayetên wekî wezir, parlamenter û rêveberên giştî yên niha û yên berê tê de hene. Tê çaverêkirin ku ji bo hinek parlamenterên niha jî "parastina qanûnî" were rakirin.

Hate diyarkirin ku ev operasyon rasterast bi dosyaya Ednan Cumeylî (Cîgirê Wezîrê Petrolê) ve girêdayî ye. Di dema girtina Cumeylî de 10 milyon dolar, gelek çek û zêr hatibûn desteserkirin. Tê gotin ku girtinên îro li ser bingeha mikurhatinên Cumeylî hatine kirin.

Hêjayî gotinê ye, ev gava hikûmetê li cem welatiyên Iraqê bûye sedema kêfxweşiyeke mezin û tê gotin, eeke ev pêla girtinê bi biryardarî berdewam bike, hikûmeta Elî Zeydî dê piştgiriyeke dîrokî ya gel û aliyên opozîsyonê bi dest bixe.

Parve bike: