TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Îspanyayê 3 DAISîyên li Sûriye û Iraqê ser kirine hatin desteserkirin

Admin H
Nivîskar
📅 14 rêbendan 2021 00:14

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li welatê Îspanyayê, 3 kesên pêwendiyên wan bi çekdarên DAIŞê re hebû û li Sûriye û Iraqê jî şer kirine, hatine desteserkirin.

Berdevkê Wezareta Navxwe ya Îspanyayê ragihand ku doh 12ê Çile li bajarê Barcelonayê, 3 kesên Mexrîbî ku têkiliya wan bi çekdarên DAIŞê hebû hatin girtin.

Wezaretê daye xuyakirin ku her sê kes di encama operasyoneke îstixbaratî de desteserkirin.

Herwiha berpirsekî ewlehîya Îspanyayê jî ragihandiye ku her sê kesên hatine girtin, di sala 2016an de li Sûriye û Iraqê li gel DAIŞê şer kirine.

Parve bike: