TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Îtalyayê pirek ruxiya: Mirî û birîndar hene!

Admin V
Nivîskar
📅 14 tebax 2018 20:08

PeyamaKurd- Li Îtalyayê li bajarê Cenovayê Pira Morandiyê ya li ser rêya A 10ê rûxiya. Di encama bûyerê de 11 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.

Li Îtalyayê li bajarê Cenovayê li ser rêya A 10ê qismekî Pira Morandiyê îro seet li 11:15ê nîvro rûxiya. Pir 100 metreyî bilind bû û nêzîkî 20 trempêlên li ser pirê li erdê ketin. Li gorî agahiyan, di encama bûyerê de 11 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn. Li gorî agahiyan, hê jî di bin betonê de kesên ku nehatine xilaskirin hene.

Şirketa ku ji edilandina pirê berpirs e ragihand ku di pirê de xebatên edilandinê hebûn.

Parve bike: