TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Kamerûnê gelek xwendevanan hatin revandin

Admin M
Nivîskar
📅 20 rêbendan 2022 05:03

PeyamaKurd – Li welatê Kamerûnê grûbên ku veqetandinê dixwazin, li herêma Anglofonê li bajarokê Weh ê ku li wê derê bi Îngîlîzî tê axaftin, avêtin ser dibistana lîsê ya ku bi du zimanan tê de perwerde dibe û gelek xwendevanan revandin. Ragihandin ji aliyê çapemeniya cîh de hat kirin.

Li Kamerûnê grûbên weha gelek cara mirovan direvînin û ji malbatên wan fidye dixwazin. Nehat ragihandin bê xwendevanan revandine ku derê û çend kesin.

Ji sala 2016 an heya niha di navbera grûban û hêzên asayîşa huklumetê de 3 hezar mirov hatine kuştin, 679 hezar ji ser cîh û warên xwe derketine û 40 hezar kes li welatên cîran bûne penaber.

Parve bike: