TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Karaçi ya Pakistanê ji ber germê 29 kes mirin

Admin M
Nivîskar
📅 27 hezîran 2024 02:38

PeyamaKurd – Li Pakistanê li bajarê Karaçiyê di nav 3 rojên dawiyê de ji ber germê 29 kes mirin. Bi sedan kes ji ber germê birin nexweşxanan. Rêvebirê weqfa Edhi ragihand ku dibe jimara miriyan zêdetir bibe.

Li gor rojnama Dawnê; rêvebirên dezgeyên alîkariyê ragihandine ku li deverên cuda yên Karaçiyê cenazê 29 kesan dîne.

Rêvebirê Weqfa Edhi Faysal Edhi ragihandiye ku jimara miriyên ji ber germê zêdetirin. Di rojên dawiyê de bi sedan kes birine morgên bajarê Karaçiyê lê guman ewe ku ji ber germê mirine. Doktor, nikaribûne teşxîsê deynin bê ew kes ji ber çi mirine.

Parve bike: