TR KU SO
FB X
Cîhan

Li kargeha terkkirî de cesedê zilamekî dîtin

Admin M
Nivîskar
📅 10 adar 2026 23:35

PeyamaKurd – Li bajarê Maraşê di kargehekî terkkirî de cesedê zilamê bi navê Osman Doğan (62) hat dîtin. Hat gotin ku bi îşkencê hatiye kuştin û hêzên asayîşê li ser rûdanê lêpirsîna xwe kûr dikin.

Li gor agahiyan; cesed li navça Dulkadiroğlu li taxa İsa Divanlı di kargehekî ku naxebite de dîtine. Mirovên ku ber destê êvarê dîtine cesedekî di nav xwînê de di zemîna kargeha terkkirî de ye, xeberê dane polîs û polîs bi tîmên tenduristiyê re çûye ciyê rûdanê.

Polîs, di lêkolîna xwe ya ewilî de tesbît kiriye ku cesed yê Osman Doğan (62) e û pê îşkence hatiye kirin.

Ji bo tesbîta sedema kuştina wî, cesed birine morgê da tesbîta sedema mirina wî bikin.

Parve bike: