TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Kazakistanê ji ber hewldana derbê 7 kes hatin girtin

Admin M
Nivîskar
📅 18 mijdar 2022 04:30

PeyamaKurd – Komîta Netewî ya Ewlehiya Kazakistanê ragihand ku berya hilbijartina serokkomariyê ku wê di 20 ê mijdarê de bibe, bi sedema hewldana derbê 7 kesan girtine û nehiştine derbe bibe.

Komîsyon ragihand ku di operasyonan de avêtine ser malan û di malan de gelek alavên weka sîlih, molotof kokteyl, bîbonên benzînê û alavên teqemeniyê hatine girtin. Di daxwuyaniyê de hat gotin ku hinek grûbên redîkal tesbît kirine ku dixwazin aramiya welat têkbibin û planên destdanîna ser bajaran kirine. Kesên hewla derbê kirine terefdarên Muxtar Ablyazov in û di fikra wî de ne û hem endamên rêxistina Hilbijartina Demokratîk ya Kazakistanê ne û daxwuyanî weha dewam dike:

“Encamên grûba rêxistina sûcan, ji ber serhildanê organîze dikin hatine şopandin û xwestine desthilatê bixin dest. Grûb her weha xwestiye ku avahiyên parêzgehan, avahiyên bingehîn, alavên ragihandinê bixin dest û rêyên bajaran bigrin.”

Parve bike: