Li Kongo balafir xwe danî jîngehekî: 2 korgeneral bi temamî 17 kes mirin
PeyamaKurd – Li Komara Demokratîk ya Kongoyê balafira biçûk ya rêwiyan ku ji eyaleta Kikwitê diçû payîtext Kinsaşa, li eyaleta Kwango ket jîngehekî. Di encamê de 17 kes mirin ku 2 ji wan korgeneralin. Sedema ketina balafirê heya niha nehatiye zanîn.
Dibe sedema ketina balafirê ariza teknîkî be. Balafir ji ber ariza teknîkî bi awayekî lezgîn xwe danî devera Kenge ya eyaleta Kwangoyê. Ji ber li deverê pîsta xwedanîna balafirê nîne, balafir ket zeviyekî û agir bi balafirê ket.
Cîgirê parêzgerê eyaleta Kwango Remy Saki Bokinda ragihand ku piştî agir vemirandine, dîtine ku jimara miriyan zêde ye. Bokinda got:
“Cesedên 16 kesên mezin û yê bebekî dîtine. Bi temamî 17 kes mirine.”
Artêşa Kongoyê ragihand ku bi sedemekî fermî 2 fermandar di balafirê de rêwîtiyê dikirin û her 2 fermandarên di asta bilind de, di qezayê de can dane. Artêşê got ku 2 generalên can dane, yek jê serokê dadgeha bilind ya şûra leşkerî Korgeneral Joseph Mutombo û yê din serdozgerê artêşê Korgeneral Lucien-Rene Likulia ne.
Berdevkê artêşê Tumgeneral Efomi Ekenge ragihand ku endamên heyetê û muretebat jiyana xwe ji dest dane. Serokê heyeta rêvebir ya daîra hewageriya sîvîl Tryphon Kin-Kiey Mulumba ragihand ku sedema ketina balafitrê diyar nîne.