Cîhan
Li Lubnanê amadekarîya hilbijartinan tê kirin
PeyamaKurd – Li Lubnanê tomarkirina navên namzedên parlamentariyê dest pê kiriye û heta niha, hezar û 43 kesan navên xwe tomar kirin ku proseya namzedbûnê 4ê Nîsanê bidawî dibe.
Li gorî medya erebî, Lubnan ber bi lihevkirinan ve diçe û nêzî lihevkirinên naxwe û derve ye ku çarenivîsa wê dixe xeteriyê û hêviyên lihevkirina li ser encamên hilbijartinan jî zehmet bûne.
Ji ber krîza siyasî û aborî demeke zêde ye ku hikûmeta nû ya Lubnanê nayê avakirin û niha amadekarî jî bo hilbijartinan têne kirin.
Ji sala 1962`an ve cara yekem e ku navên ewqas namzetan hatine tomarkirin ku ji wan 155 jin in.
Beriya niha kursiyên parlamantoya Lubnanê 128 bûn û di nav misilman û suryaniyan de dihatin dabeşkirin.