Li Meksîkayê 100 siyasetmedar hatin kustin
PeyamaKurd- Li welatê Meksîkayê di 1ê tîrmehê de wê hilbijartinên serokkomar, senato û şaredariyan çêbin. Berya hilbijartinan heya niha 18 ji wan namzetên şaredariyan ji 100 kesî zêdetir siyasetmedar hatin kuştin.
Roja pêncşemê piştî namzetê şaredariyekî yê ‘partiya çep ya demokratîk û şorişger’ Fernando Angeles Juarez li ber derê xwe hat kuştin, rêvebirê emniyeta Ocampo û temamê polîsan hatin girtin.
Juarezê ku li ber derê xwe hat kuştin di nava hefteyekê de siyasetmedarê sêyem bû ku hat kuştin. Juarez siyasetmedarekî bi tecrube û karsazekî 64 salî bû.
Roja şemiyê dema polîsên federal tên navçeyê, polîs nahêlin ku bikevin nava navçeyê. Li ser vê bûyerê polîsên federal roja bazarê bi hêzên piştek ve tên navçeyê û rêvebirê asayîşê Oscar Garcia Gonzalez û 27 polîsan dixin bin çav. Paşî destên xistin kelepçe û wan birin payîtexta eyaletê Moreliayê. Polîsên federal şikê dikin ku polîs bi rêxistinên krîmînal re di nava hevkariyê de ne.
Di nava hefteyekî de 3 jinên siyasetmedar û di ser 100 siyasetmedaran de kes hatin kuştin. Bo hilbijartinan di ser 3 hezar kesî de tevli hilbijartinan dibin.